Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Peyama Roja Şanoya Cîhanê 2021 a Helen MIRREN

 Enstîtuya Şanoyê ya Navneteweyî (ITI) Rêxistina Cîhanî ya Hunerên Performansê   Peyama Roja Şanoy a Cîhanê  2021- 27ê Adarê Nivîskara Peyamê: Helen MIRREN, Îngilistan Lîstikvana sehneyê, sînema û televîzyonê     Peyama Roja Şanoya Cîhanê 2021 a Helen MIRREN   “Ji bo performansa rûbirû hêjî serdemeke pir dijwar e û gelek lîstikvan, teknîker, kedkar û jinên vê pîşeya ku ji zû ve neewle ye li ber xwe didin. Belkî jî bîr û baweriya wan kir ku ew di vê neewlebûna herheyî ya pandemiyê de bêtir sax bimînin. Xeyalên wan di van şert û mercên nû de, piranî bi saya înternetê, bi awayekî resen, bi rê û dezgeyên avakar, bicoş û lezgîn, jixweber wergerîya.   Mirovahiyê ji roja roj de li ser rûyê vê gerstêrkê ji hev re çîrok gotine. Çanda bedew a şanoyê heta ku em li vir bin ew ê hebe. Vîna afirîner a nivîskar, sêwrîner, danser, stranbêj, lîstikvan, muzîkjen û derhêneran ew ê qet venemire û di demeke nêz de bi hêzeke nû, ew ê geş bibe û bibe têgihîneke nû ya cîhana me ya hevp
En son yayınlar

"Heft Demên Jiyanê"

  Hemû Dinya Sehneyek e, Û hemû jin û mêr tenê lîstikvanên wê ne. Yek tê sehneyê û ê din jê derbas dibe. Her kes bi qasî para xwe gelek dilqan dilîze. Heft demên jiyanê hene. Ewilî zarokekî berşîr e; Bi girî û grêz di nav destê dê de; Piştre bi çentê xwe zarokekî dibistanê Bi rûkeniya sibehê weke qapûşkê bi teql Bêdîlî diçe dibistanê.   Dora nûciwanî ye; Sergerm e, bi rêzikên bêhevî  Distrê li ser ebrûyê yarê. Zû tê wexta şervanîyê Mişt bi sondên ecêb weke pilingekî bisimbêl Çav li rûmetê, di şer de bi lez û bez, Digere li dû kela navdengîyê Li ber devê topa êgir jî be. Piştre dibe yekî dadwer, Mafdar e bi zikê têr û xemla xwe, Bi dêm û awirên giran Tije ye bi şîret û salixdanên serdemê; Bi vî teherî dibuhirîne navserîyê. Sehne diguhere Ew êdî kalekî navmal û bêmecal e. Berçavk daketîye ser bêvilê, bêrîk tije ye. Çi fêde cil û bergên ciwanîyê lê fireh e. Bi ser hev de xwar bûye û dengê wî yê qewîn Dîsa vegeriyaye sewta zaroktîyê Weke bayê fîkandinê di dev de ye. Û sehneya dawî Bi xwe

Şanoya Malê û Heyamê

Îro 27ê Adarê roja Şanoyê ya Cîhanê ye… Pêkanîna şanoyê hêz û hunera xwe ji roja roj de ji rû-bi-rûbûna lîstikvan û temaşevan wergirtiye; loma li gora hunerên din wê temendirêjtir be. Heta ku mirov hebin wê şano jî her hebe, dibe ku îro sehne girtî bin, siberojê wê vebin. Tişt bi şanoyê nayê, jê netirsin lê li xwe miqate bin… Roja Şanoyê jî ji ber Coronayê bêyî şanoger û temaşevanan, tenê bi peyamên nivîskî an jî bi dîmenên yek-kesî hate pîrozkirin… Weke hemû kar û xebatên girseyî, şanogehan jî li seranserê cîhanê derîyê xwe li temaşevanan girtin. Hemû lîstikên li ser sehneyê tevî yên ku proveyên wan jî amade dibûn, mecbûr man ku bêne betal kirin. Bi hebûn û nebûna xwe Şanogerên kurd jî ketine mala xwe û dixwazin xwe bistrînin. Bi coronayê re her tişt guherî û hîn jî diguhere.   Li gora zanyarên xweşbîn, heta serdemekê jî ew ê talûkeya coronayê bidome… Loma her roj, em pêrgî agahî û nûçeyên ecêb dibin. Hemû rojeva çapemenîya cîhanê, rewşa niha bi awayekî reşbîn bi hejmara

Li Amedê “Xewna Şeveke Havînê”

Şanonameya Shakespeare a bi navê “A Midsummer Night’s Dream” ku ji alîyê Kawa Nemir* bi navê “Xewna Şeveke Havînê” hatibû wergerandin, îsal bi rejîya Ferhat Keskin (Ferhad Feqî) li Amedê bi şanogêrên Bajêr re hate amedekirin.   Ji serê meha cotmehê ve, ev lîstik tê sehnekirin. Heta niha 9 caran hate lîstin… Min di pêşandana duyem de (05.10.2019) lîstik temaşe kiribû. Germa germa min xwestibû li ser lîstîkê binivîsim û min hewl dabû, lê weke ku “xew-n” li mirov biherime, rûdanên vê serdemê nehişt bi hişekî zelal li ser vê şanoyê nirxandinekê bikim. Berî ku zêde dereng nebe, ez ê çavdêriyên xwe li ser “Xewna Şeveke Havînê” parve bikim. Di vê komediya ya Shakespeare de, çîroka du êvîndarên serhişk ku li dijî zagonên Atînayê derdikevin dest pê dike. Pişt re piranîya çîrokê li daristaneke derveyî bajêr, bi “Xewneke Havînê” tevlihev dibe. Di vê xewnê de cin û perî tevlî nav çîrokê dibin û her tişt serûbin dibe. Lê di encamê de çîrok, ji bo ku “komediya” ye,   bi dilxweşiya hemû kesan,

BERÛ

Yek ji wan tiştên ku bi Kurmancî dema tê qalkirin û rûkeniyekê bi xwe re tîne, mumkun e ku ew berû be. Li ba we çawa ye nizanim, lê ez şahid im ku li kîjan civat an sohbetê, gotina berûyê derbas bibe, çîrok û galegal geştir dibe. Ê min bi xwe, yekser zaroktiyê tîne bîra min. Belkî bê bîra hemû kesên ku ji ahlên gunda ne jî… Heta mirov dikare “îmaja berûyê”   bi pênaseyeke wêdetir jî bike: Berû ji bi şekil û şemala xwe, nîşaneya zarokên nifşê folklorê yên vê dawiyê ne. (Ev nifş piştî salên 90î hilatin, lê weke nûmûne mabin divê mirov li wan miqate be.) Ne bawer im yekî “bajarî” ji berûyan fam bike, belkî bixwe û gotinên şor bike! Bi awayekî din berû bi qasî nanê tenûrê yê germ î malê ye; lê li derve ne bi qasî nanê firnê yî bajêr meşhûr e! Loma aydî serdama borî ye an jî a zaroktiyê ye… Ji bo xatirê zaroktiya xwe ez ji berûyê hez dikim. Berû piştî lîstina bi heriyê, yek ji wan pêlîstokên min î sereke bû. Ger tiştek biqîmet be, mirov li ser şer dikin(dikirin), li ser “xar” û

Di Sedsalîya Şanoya Kurdî de “Ji Çaran Yek”

Li Tirkîyê û Bakurê Kurdîstanê Serborîya Şanoya Kurdî Ji bo rewşa giştî ya şanoya kurdî bê dîtin, divê ewil em bala xwe bidin paşxane û serborîya wê, berhem û mekanên wê, lîstikvan û temaşevanên wê û helbet xwedîyê wê! Di vê nivîsê de, ez ê ewil li ser serdemên giştî yên şanoya kurdî bisekinim û pişt re hewl bidim serpêhatiya wê ku di “sedsalîya” şanoya kurdî de pêkhatina 25 salan e, bi xetên giştî li Tirkîyê û Bakurê Kurdîstanê ji 1991ê heta 2016an binirxînim. Divê em destnîşan bikin ku heta salên 1950yî jî bikaranîna bêjeya “şanoyê” di belgeyan de tuneye. Bi destpêka salên 1950yî re li Başûr tê bikaranîn û ji wir derbasî nav perçeyên din dibe.   Ferhad Pîrbal ji bo bêjeya “şanoyê” wiha dibêje: “Heta salên 1940î jî peyva “şanoyê” di rojname, kovar û belavokan de nehatiye bikaranîn. Her tim termên Ewrûpî “piyes, dram, tiyatr” yan peyvên farisî û erebî “temsîl, nimayiş” li dewsa “şano”yê bi kar hatine… Ebdulla Goran, dibe ku yekem nûserê kurd be ku di sala 1950an de te